Nîsan 01, 2025 20:44 Asia/Tehran
  • Artêşa Komara Islamî ya Îranê daxûyanîyek da

Artêşa Komara Islamî ya Îranê ragihand: Heke dijmin şaşitîyeke istiratejîk bikin û destdirêjîyê ser Îrana islamî bikin, dê bersiveke tund û poşmanker wergirin.

Di daxûyanîya Artêşa Komara Islamî ya Îranê bi boneya roja 12ê Ferverdînê beranberê 1ê Nîsanê wek Roja Komara Islamî da hatîye ku Komara Islamî mînakeke nû ser bingeha nirxên islamî ye ku bi jordaxistina dîktatorîya navxweyî û birrîna destê koledarên bîyanî yên talanker û misogerkirina berxwedan û xweragirîyê himber dijminên Îranê, serxwebûn û azadî ji bo gelê Îranê dabîn kirîye.

Di dewama vê daxûyanîya Artêşê da hatîye ku ewladên egît ên gelê Îranê di refên artêşê da ji bo parastina berjewendî û ewlehîya gel û pergala Komara Islamî ya Îranê ji bo fidakarîyê amade ne û heke dijmin şaşitîyeke istiratejîk bikin û destdirêjîyê ser Îrana islamî bikin, dê bersiveke tund û poşmanker wergirin. 

Serepeyv