Nîsan 01, 2025 17:59 Asia/Tehran
  • Îrewanî: Îran dê himber her destdirêjîya Amerîkayê yan alîyê biwekalet ê Waşîngtonê bersiva teqil bide

Wekîlê Îranê li NY hişyarî da: Îran dê himber her destdirêjîya Amerîkayê ya alîyê biwekalet ê Waşîngtonê bi awayekî lezgîn û teqil bersivê bide.

Emîr- Se`îd Îrewanî Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li NY wek berteka himber gefên vê dawîyê yên Donald Trump Serokomarê Amerîkayê dijî Îranê, nameyeke ji bo Konseya Emnî û Sersekreterê NY şand.

Îrewanî di vê nameyê da gotîye ku Trump vê dawîyê di hevpeyvînekê da careka din gef û gurr kirîye û bi aşkirayî gefa êrişa leşkerî li Komara Islamî ya Îranê xwarîye.

Ev gotinên Trump bêtirsane û bikîn, binpêkirina mafên navdewletî û isûlên sereke yên menşûra NY nemaze xala 4 a maddeya 2yê ya wê tê hesêb ku gefa zorbêjîyê yan bikaranîna wê dijî yekperçetîya axê yan serxwebûna sîyasî ya her welatekî qedexe ye. 

Serepeyv