Îranê êrişên Amerîkayê ser Yemenê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353983-Îranê_êrişên_amerîkayê_ser_yemenê_şermezar_kir
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir ku destdirêjîyên berdewam ên Amerîkayê ser Yemenê, di çarçova komploya şûm a Rejîma Sîyonîst û piştgirên wê ji bo nehîştina her cureke hevgirtina tev gelê Filistînê da ne.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 28, 2025 11:30 Asia/Tehran
  • Îranê êrişên Amerîkayê ser Yemenê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêgirî kir ku destdirêjîyên berdewam ên Amerîkayê ser Yemenê, di çarçova komploya şûm a Rejîma Sîyonîst û piştgirên wê ji bo nehîştina her cureke hevgirtina tev gelê Filistînê da ne.

Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê tekez kir ku destdirêjîya leşkerî ya Amerîkayê ser Yemenê û têkbirina binesazîyên vî welatî bi armanca istandina tolê ji gelê Yemenê ji ber hevgirtin û piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê ye û ew êriş binpêkirina giran a isûlên menşûra NY û qirarên mafên navdewletî ji wan mafên mirovdostane û mafên merivan zanî û pêgirî ser berpirsyarbûna navdewletî ya dewleta Amerîkayê ji ber wan kiryarên sûckarane kir. 

Wî got ku destdirêjîyên leşkerî û berdewam ên Amerîkayê ser Yemenê ku bi hevdestî û hevkarîya locestîk û istixbaratî ya Rejîma Sîyonîst pêk tên, di çarçova komploya şûm a vê rejîmê û piştgirên wê ji bo nehîştina her cureke hevgirtina tev gelê Filstînê û gefeke aşkira dijî aştî û ewlehîya navdewletî ne.