Adar 24, 2025 16:36 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Ti kes nikare bifikire ku êrîşî Îranê bike

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi asta bilind a amadetiya li welêt kir û got: Ez piştrast im ku bi vê asta amadetiyê tu kes hizra êrişa li vî welatî jî nake ji ber ku bi encamên wê dizane.

Seyîd Ebas Iraqçî, îro Duşemê amaje bi amadebûna hêzên Îranê kir û got: Bi berçavgirtina asta amadebûna Îranê, ti kes hizra êrişa li ser welatê me jî nake, ji ber ku ew bi encamên wê dizanin û helbet ev amadekarî ji bo me parêzbendî, hêz û şiyanê çêdike. Wî raghand ku her çend rêyên nerasterast bi Amerîka re hîn vekirî ne, lê Îran di bin zext û gefan de nakeve muzakireyên rasterast bi vî welatî re û got: Armanc û erkê me, bidestxistina berjewendî û ewlehiya neteweyî ya welat û gelê Îranê ye û di vî warî de rm ti derfetekê ji dest nadin.

Serepeyv