Bersiva nûnerê Îranê li hember îdiayên bêbingeh ên Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353907-bersiva_nûnerê_Îranê_li_hember_îdiayên_bêbingeh_ên_amerîkayê
Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, tohmetên bêbingeh ên Amerîkayê dijî Îranê ret kir û got: Ev tawanên bêbingeh careke din siyaseta dijminane ya hikûmeta Amerîkayê li hember Komara Îslamî ya Îranê radixe ber çavan.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 22, 2025 14:23 Asia/Tehran
  • Bersiva nûnerê Îranê li hember îdiayên bêbingeh ên Amerîkayê

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, tohmetên bêbingeh ên Amerîkayê dijî Îranê ret kir û got: Ev tawanên bêbingeh careke din siyaseta dijminane ya hikûmeta Amerîkayê li hember Komara Îslamî ya Îranê radixe ber çavan.

Emîrseîd Îrewanî got: Ev tawanbarî tiştekî ji bilî hewldana ji bo xalifandina raya giştî ya cîhanî ji şerê jînûsaydê, cinayetên cengê û karesatên berfireh ên rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê li Xezzê nînin . Îrewanî tekez kir: Nûneratiya hertimî ya Amerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, di her derfetekê de, Konseya Ewlehiyê vediguherîne amûrek ji bo pêşdebirina bernameya siyasî ya Waşîngtonê û wêneyekî ne rast ji Îranê, wek metirsîya li ser aştî û ewlehiya navneteweyî nîşan dide.

Îrewanî got: Wek bersiva li hember îdiaya bêbingeh a nûnerê Amerîkayê derbarê bernameya navokî ya Îranê de, ez pêgîrî dikim ku çalakiyên navokî yên Îranê bi temamî aştiyane ne û bi temamî di çarçoveya erkên Îranê yên li gorî Peymana Qedexeya Berfirehkirina Çekên Navokî Navokî de tên kirin.