Adar 21, 2025 20:12 Asia/Tehran

Hezretê ayetulah Xamineyî Rêberê Şoreşa Îslamî di yekemîn roja sersalê de di hevdîtina bi hezaran kes ji çîn û qatên curbicur ên gel bal kişand ser nefret û kîna giştî ya gelan ji cinayetên Rejîma hovane ya Siyonîst û zimanê gefê li dijî gelê mezin ê Îranê zimanekî bê encam û şikestxwarî da zanîn

Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê  Şoreşa islamî bal kişand ser vê yekê ku divê  amerîkî  bizanibin ku bi gefxwarinên li dijî  Îranê tu carî nagihîjin tu cihî û got: Bila  ew û yên din bizanibin ku ger  li dijî gelê Îranê berestiyê bikin, dê sîleyeke tund bixwen.

Hezretê ayetulah Xamineyî  her wiha  pênasekirina navendên berxwedanê yên Îranê  wek hêzên bi wekalet  ji aliyê siyasetmedarên amerîkî û ewropî ve,şaştiyeke mezin  û weke bêrêziya li van koman da zanîn û got: Bi wekalet yanê çi ? Xelkê Yemenê û navendên berxwedanê yên navçê ji bo rawestana li hember siyonîstan mebesteke derûnî  hene û Îran hewcedarê  wekîlan nîne û nêrîna me û raya wan zelal  û diyar e.

Rêberê  Şoreşa  Îslamî  berxwedana li hember berestî  û zulmên Rejîma Siyonîstî tiştekî kûr  û bi bingeh li navçê da zanîn û destnîşan kirin: Di destpêka dagiorkirina Filistînê jî Yemen  yek ji wan welatan bû ku di xeta rawestana li ber zulmê bû. Desthilatdarê wê rojê yê Yemenê  bi beşdarbûna li  civîneke navneteweyî li dijî dagirkirina Filistînê derket.

Hezretê ayetulah Xamineyî bal kişand  ser  berfirehbûna nerazîtiyên  dijî cinayetên hovane yên  Rejîma Siyonîst li dijî gelên nemisilman û xwenîşandanên gelanî û xwendekarî li Amerîka û welatên Ewrûpayê û got: Rayedarên rojavayî naxwazin van rastiyan bibînin. û helwestên tgelê xwe fêm bikin; Ji ber vê yekê, ew diçin karê wekî qutkirina bûdceya zanîngehê ku xwendekarên ku ji bo Filistînê xwenîşandan kirine Helbet ev jî nîşana  îdiayên wan ên di warê ragihandina azad, lîberalîzm û mafên mirovan e.

Rêberê Şoreşa Îslamî li berteka li hember gefên çavnebarên Îranê careke din  tekez kir:Me tu carî bi vî û wî re dest bi pevçûnê nekiriye, lê ger kesek bi berestî dest bi pevçûnê bike, bila bizane ku dê sîleyên tund bixwe.

Serepeyv