Adar 20, 2025 18:55 Asia/Tehran
  • Eraqçî: Em dikarin ji tevlîheviyên siyaseta Amerîkayê derbas bibin

Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku gelên mezin di nav zehmetiyan de bihêz dibin û got: Em dikarin ji tevlîheviyên siyaseta Amerîkayê derbas bibin û berjewendî û ewlehiya neteweyî ya Îranê ji dilê van aloziyan misoger bikin.

Seyîd Ebas Eraqçî got: Em di siyaseta xwe ya derve de hertim maqûl û mentiqî tevgeriyane û pîvana me ya sereke berjewendiya gel û welêt bûye û niha jî hema  wisa ye û şert û mercên ku ji aliyê serokkomarê nû yê Amerîkayê ve hatine danîn ji bo me ne nû ne û me ev zexta herî zêde  berê  jî dîtiye. Siyaseta ku hin kes bi henek û tinazî yan  jî bi micidî weke zexta herî zêde ya duyemîn dinirxînin,  Eraqçî her wiha destnîşan kir ku Îran pabendî dîplomasî û diyalogê  ye û got:Em di wê baweriyê de ne ku dîplomasî  alternatîveke baştir  bo siyasetên yekalî, zextên bi neheq, boykotên zalimane û gef û  tirsandinê ye.

Serepeyv