Adar 14, 2025 17:00 Asia/Tehran
  •  Lihevkirina parêzgarên Dîyale û Kirmaşanê ji bo lihevgirêdana rêya hesin a Îran û Iraqê

Parêzgarê Dîyaleya Iraqê di hevdîtina digel parêzgarê Kirmaşanê da got ku plana lihevgirêdana rêya hesin a Îran û Iraqê ji rêya sînorê Xosrewîyê va di civîna Serokwezîrê Iraqê da hatîye hilkolandin.

Ednan Mihemed- Ebbas Şemerî îro di hevdîtina tev parêzgarê Kirmaşanê da bicihanîna plan û proja lihevgirêdana rêya hesin a Kirmaşan û Dîyaleyê hilkoland û parêzgarê Kirmaşanê jî di vî warî da got ku rêya hesin a Kirmaşan- Xosrewîyê nika tê danîn û yê Dîyaleyê bi Bexdayê va girêde, kemilandina vê projê li Iraqê jî bi awayekî ciddî tê şopandin.

Ednan Mihemed- Ebbas Şemer parêzgarê Dîyaleya Iraqê jî got ku dewleta vî welatî kemilandina proja rêya hesin a Kirmaşan- Dîyaleyê bi awayekî ciddî dişopîne.