Fermana serjimêrîyê li Îranê hat dayîn
Adar 13, 2025 16:18 Asia/Tehran
Li Îranê fermana serjimêrîya giştî û avahîyan hat derxistin.
Serokê Komara Islamî ya Îranê fermana serjimêrîya giştî û avahîyan a sala 1405 a koçî-tavî da. Mesûd Pêzêşkîyan vê sibê herwiha plan û xişteya bûca welêt jî raber kir.
Di vê fermanê da hatîye: Pêkhatina armancên pergala pîroz a Komara Islamî û pêşketina Îranê hewcedarê plandarêjîya tam û kêrhatî ye û ev babeta girîng girêdayîyê datay û agahîyên durist, deqîq û di dema pêwîst da ye. Ji bo vê meremê û di çarçova bicihanîna qanûnê da, serjimêrîya giştî û avahîyan yê di sala 1405ê ango saleke din pêk were.