Eraqçî: Parastina peywendiyan, erka hevbeş a berpirsên Îran û Tirkiyê ye
Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê di kêleka civîna awarte ya Wezîrên Derve yên Saziya Hevkariya Îslamî li Ceddeya Erebistana Siûdî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî.
Seyîd Ebas Eraqçî,Wezîrê Derve yê Îranê di vê hevdîtinê de, daxwaza kiryara cidî û yekgirtî ji cîhana îslamî jibo girtina pêşiya pîlana kolonyalîstî ya jinavbirina Filistînê bi rêya koçberkirina bi darê zorê kir.Wî her wiha tekez kir ku bêewlehî û bêîstîqrarî li Sûriyê tenê ser xêra Rejîma Siyonîst ye û dê dibe sedem ku kom û pêkhateyên terorîst û tundrew ji vê mijarê îstifada xirab bikin.
Eraqçî peywendiyên dualî yên Îran-Tirkiyê peywendiyeke taybet li ser esasê berjewendiyên hevpar ên du neteweyên mezin ên misilman û cîran da zanîn.Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî bal kişand ser dilnigeraniya hevpar a welatên îslamî ji bo piştgirîkirina ji mafên rewa yên gelê Filistînê û rizgarbûna wan ji dagirkeriyê û tekezî ser hewildanên Tirkiyê di vî warî de kir.