Divê boykotên zalimane yên Amerîkayê û YE`yê dijî Îranê werin rakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353654-divê_boykotên_zalimane_yên_amerîkayê_û_ye_yê_dijî_Îranê_werin_rakirin
Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Divê boykotên zalimane yên Amerîkayê û YE`yê dijî xelkê bi çand ên Îranê werin rakirin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 05, 2025 11:20 Asia/Tehran
  • Divê boykotên zalimane yên Amerîkayê û YE`yê dijî Îranê werin rakirin

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Divê boykotên zalimane yên Amerîkayê û YE`yê dijî xelkê bi çand ên Îranê werin rakirin.

Mecîd Text- rewançî, alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê amajeyî dewama siyasetên dijî Îranê yên Amerîkayê kir û pêgîrî kir ku Amerîka di çar dehekan de bi şêwazên curbicur ên wek sepandina boykotên herî berfireh, gefa leşkerî, rêkxistina kempêynên siyasî û dîplomatîk û şerrê rewanî, siyaset û kiryarên yekalî yên herî zêde dijî Îranê pêk anîne.

Wî got: Tevê bê encam mayîna siyaset û kiryarên yekalî yên Amerîkayê dijî Komara îslamiya îranê, Waşîngton hîna jî li ser dewama vê nihêrîna neqanûnî û berovajî ya rêziknameya NY dijî Têhranê pêkutiyê dike.