Pêşewzaiya Îranê ji çekdanîna PKKê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bi pêşewzaiya ji daxûyaniya serokê PKK'ê ya ji bo danîna çekanm ev biryar weke pêngaveke girîng ji bo redkirina şîdetê da zanîn.
Îsmaîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê îro îniyê pêşwazî li daxûyaniya serokê koma PKK’ê kir û got:Komara Îslamî ya Îranê li her proseyeke ku bibe sedema rawestana li ber terorîzmê û bihêzkirina ewlehiyê welatê cîran yanê Tirkiyê pêşewzaiyê dike û hêvî dike ku ev alûgur li asta navçê jî bandorên erênî hebe..
Duh, Pêncşemê, şanda Îmraliyê li Stenbolê civîneke rojnamevaniyê li bajarê Stenbolê bi xwendina daxûyaniya Ebdullah Ocalan ji zarê wî tevî ragehandina hilweşandina PKK tekez kir ku pêdivî ye hemû kom çekan deynin û tevlî prosa siaysî li Tirkiyê bibin.Ocalan di vê daxuyaniyê de tekez kir ku ez berpirsyariya dîrokî ya vê biryarê digirim sukura xwe û daxwaz dikim Konferanseke giştî li dar bixin û biryara hilweşandina xwe bidin.