Iraqçî: Em ê di bin zextê muzakirê nekin
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, di serê taximeka payebilind a siyasî, îro hate Îranê û bi Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin û gotûbêj kir.
Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi hevtûşê xwe yê ûris re got: Li ser muzakireyên navokî, helwêsta me zelal e. Em ê di bin zext, gef û boykotê muzakirê nekin û heta dema ku zexta herî zêde bi vî awayî were sepandin, muzakireya rasterast a di navbera me û Amerîkayê de di mijara navokî de qet wê tinebe.
Wezîrê karên derve yê îranê got: Şêwirînên Îran û Rûsiyê bi awayeka berdewam di warên curbicur de hene.
Iraqçî herwiha bi şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst dijî xelkê Libnan û Filistînê got: Em pilana koçberkirina bi darê zorê ya xelkê Xezzê bi tevahî şermezar dikin. Helwêsta Îranê li bara Libnanê jî tam diyar e û li ser dewama agirbesê û derketina bi tevahî ya Rejîma Dagirkir ji Erdên Dagirkirî yên Libnanê pêgîrî dike. Wî li ser mijara Sûriyê jî got: Em aramî, aşitî û parastina yekparçeyiya axa Sûriyê û pêşketina Sûriyê li ser bingeha îradeya gelê vî welatî dixwazin. Em piştgirî didin ku li vî welatî aştî û aramî pêk were. Wezîrê karên derve yê Rûsyê, Sêrgêy Lavrov jî di vê civîna çapemeniyê de got ku Moskow û Têhran hewl didin nakokiyên navdewletî li ser bingeha rêziknameya Neteweyên Yekbûyî çareser bikin. Sêrgêy Lavrov got: Em di warê aborî de bi Îranê re hevkariyê dikin û hewl didin danûstandinên bazirganî di navbera her du welatan de pêşve bibin. Herwiha tekezî li ser bikaranîna şiyana dîplomasiyê bêyî gef û bikaranîna hêzê di mijara Lihevkirina Navokî de kir.