Berxwedan û Hizbullah zîndî ne
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Oxirkirina meytê şehîdên Berxwedanê nîşan da ku Berxwedan û Hizbullah zîndî ne.
Seyîd Ebas Iraqçî got: Şehîd Syîd Hesen Nesrullah û şehîd Şêx Sefiyedîn bona jordabirina cîgeha Berxwedana îslamî û bona têkoşîna li hember dagirkiran û ji bo derxistina siyonîstan ji Erdên Dagirkirî fîdakariyên zav kirine. Iraqçî herwiha got: Em îro bi nûneratiya ji hikûmet û xelkê Îranê ji bo beşdariya li merasima oxirkirina meytê du kes ji lehengên Berxwedana Îslamî hatine Bêyrûtê. Mihemedbaqir Qalîbaf, serokê Meclisa Îranê jî li balafirgeha Bêyrûtê bi pêgîriya li ser vê yekê ku îro dijmin ji Libnanê hatiye derxistin, got: Îran bêguman wê piştgîriyê bide hevahengiya di navbera hikûmet, Meclis, Berxwedan û xelkê Libnanê. Wezîrê karên derve û serokê Meclisa Îranê bona oxirkirina meytê şehîdên Berxwedanê çûne Libnanê.