Iraqçî: Perravên Îranê derîyên têkilîya bi abora cîhanê ra ne
Sibat 16, 2025 16:12 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku perravên Îranê derîyên têkilîya bi abora cîhanê ra ne.
Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro di Konfiransa Heştan a Welatên Dorhêla Oqyanûsa Hindê da ku li Mesqet paytexta Ummanê dest pê bûye da, got: Derya di dîrokê da hertim berî ku sînorên erdnigarî û welatan bin, zêdetir derîyên têkilîya şaristanîyetan bûne.
Iraqçî dîyar kir ku Oqyanûsa Hindê jî bi hezaran salî berî nika va, ne tenê qadeke avî, belkî şahrêyek ji bo ticaret, lihevguhertina çandê û pêşxistina şaristanî bûye û got: Perravên Mekranê îro veguherîne ewlewîyeteke pêşxistina netewî û got: Pêşxistina abora deryamêhwer, ne tenê bijartinek ji bo Îranê belkî pêwîstîyek e.