Sibat 15, 2025 16:04 Asia/Tehran
  • Nûnerê Îranê bo karûbarên Sûriyê: Me hinek peyam ji berpirsên nû yên Sûriyê wergirtine

Nûnerê Taybet ê Wezîrê Derve yê Îranê di karûbarên Sûriyê got:Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî nerasterast bi rayedarên niha yên Sûriyê re di peywendiyê de ye û me hinek peyamên berpirsên Sûriyê wergirtine.

Mihemed Riza Reûf Şêybanî  bi piştrastkirina gotinên vê dawiyê yên Esed Şêybanî Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Sûriyê derbarê pevguhertina peyamên erênî di navbera Tehran û Şamê de got: Komara Îslamî ya Îranê bi awayeke nerasterast bi rayedarên niha yên Sûriyê re di peywendiyê de ye û  me hinek peyman jî wergirtine. Wî her wiha got: Nêrîna me derbarê  alûgurên Sûriyê û vegerandina peywendiyan bi Sûriyê re, nêrîneke ber bi pêş e.Şêybanî bal kişand ser wê yekê ku divê hemû tevgerên siyasî yên Sûriyê di warê  diyarkirina çarenivîsa welatê xwe de hevkariyê bikin.  Wî her wiha got:Em di wê baweriyê de ne ku divê paşeroj û çarenivîsa Sûriyê ji aliyê xelkê vî welatî ve were diyarkirin.

Serepeyv