Helwêsta Îranê derbara neguherbarbûna jeopoltîk a navçeyê zelal e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353372-helwêsta_Îranê_derbara_neguherbarbûna_jeopoltîk_a_navçeyê_zelal_e
Cîgirê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Îran hela jî ser vê helwesta xwe ye ku nabe jeopoltîka navçeyê were guhertin.
(last modified 2025-02-13T10:53:48+00:00 )
Sibat 13, 2025 14:03 Asia/Tehran
  • Helwêsta Îranê derbara neguherbarbûna jeopoltîk a navçeyê zelal e

Cîgirê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Îran hela jî ser vê helwesta xwe ye ku nabe jeopoltîka navçeyê were guhertin.

Mecîd Text- Rewançî Cîgirê Sîyasî yê Wezîrê Kartên Derve yê Îranê îro di hevdîtina digel Gerîgur Hakobîyan sefîrê Ermenistanê li Têhranê da bal kişand ser helwesta zelal a Îranê têkildarî yekperçetîya axa wî welatî û got: Pêşxistina peywendîyên tev Rewanê, girîngatîyeke taybet di sîyaseta derve ya Komara Islamî ya Îranê da heye û hemî babetên pêwîst ji bo vê yekê ber desta ne.

Balyozê Ermenistanê yê Têhranê jî salvegera serketina Şpreşa Islamî pîroz kir û got: Kûrkirina peywendîyên digel Komara Islamî ya Îranê ser bingeha rêzgirtin û pêbawerîya dualî ji bo dewleta Ermenistanê û gelê vî welatî bi awayekî taybet girîng e.

Di vê hevdîtinê fa her du alîyan basa hevkarîya Îran û Ermenistanê ya di warên sîyasî, aborî, binesazî û enerjîyê da û alûgurên navçeyê kirin.