Avakirina lêjneya taybet bi tranzîtê di navbera Îran û Iraqê da
Wezîra Avakirina Bajêran û Çêkirina Rêyan a Îranê û Wezîrê Tiranzîtê yê Iraqê dawîn alûgurên têkildarî proja rêya hesin a Şelemçe- Besrê hilkolandin û li ser pêkanîna lêjneya taybet bi veguhestinê di navbera her du welatan da lihev kirin.
Rezaq Mehîbes Se`dawî Wezîrê Tiranzîtê yê Iraqê li rex civîna 87an a Lêjneya Tiranzîta Navxweyî da ku li Jenevê hat lidarxistin, bi Ferzane Sadiq- Malwacêrd Wezîra Avakirina Bajêran û Çêkirina Rêyan a Îranê re hevdîtin pêk anî.
Her du wezîran di vê hevdîtinê da projên hevpar ên her du welatan di warê veguhestinê û rêyên pêşxistina hevkarîyên her du welatan hilkolandin.
Karê avakirina rawestgeh rêya hesin a Şelemçe- Besreyê 3 hefteyan berî nika bi amadebûna Wezîra Avakirina Bajêran û Çêkirina Rêyan a Îranê li Abadanê dest pê bû.