Aştî û ewlehî bi kuştin, derxistin û cihêkariyê ne pêkan e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Mesûd Pizişkiyan di 18`emîn pêşangeha navneteweyî ya geştiyariyê ya Têhranê de, bal kişand ser girîngiya ragihandin û dostaniyê ji bo bidestxistina aşitî û ewlehiya cîhanî û got: Aştî û ewlehî bi destdirêjî û kuştinê pêk nayê.
Divê em vê derfeta kêm a jiyanê bikar bînin, divê em dilovan bin, ji hev re bibin alîkar û ji tiştên ku xweza û mirovan dane me, kêfxweş bibin. Aşitî û ewlehiya cîhanê tenê bi têkilî û dostaniyê pêkan e ne bi kuştin û cihêkariyê. Mirovên ku bi sedan hezar kesên bêguneh bombebaran dikin çawa dikarin di heman demê de îdiaya mafên mirovan bikin? Kesên ku xelkê Xezzê bombebaran dikin û jin, zarok, kal û heta dibistan û zanîngeh dikin hedef, çawa dikarin xwe parêzvanên mafên mirovan bihesibînin? Ev yek di demekê de ye ku hema ev kesên ku bombebaran dikin îdia dikin ku ew şerê terorîstan dikin. Gelo ev serederî li gorî mafên mirovan e?
Em li vê navçeya cîhanê li dû şêrr nînin. Em birayên hev in û em ê bi cînarên xwe re di nav aştiyê de bijîn. Ewlehiya navçê wê demê dê pêk were ku em dev ji şidetê berdin û dewsa zorbêjî û bombebarankirinê, em ber bi gotûbêjkirin û hevkariyê ve biçin. Hema ew kesên ku di cîhanê de di halê amadekirina çekên komkujiyê û pêkanîna şêrr in, şer gurr dikin, ne ku em. Welatên rojavayî û propagendeyên wan ên medyayî, nihêrînek şaş li bara Îranê û rastiyên wê raber dikin.