Pizişkîyan: Dijmin dê xeyala ``Îrana lawaz`` bibin gorê
Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Dijminên Îranê dixwazin vê hizrê berbelav bikin ku Îran lawaz bûye, lê ew dê vê xewn û xeyalê bibin gornê.
Mesûd Pêzêşkîyan Serokê Komara Islamî ya Îranê îro di merasima taybet bi 22yê Behmenê (salvegera serketina Şoreşa Islamî) da got: Kilîd û remza serketina me amadebûna gel û yekitî bû û di dînê islamê da jî hatîye ku me kitêb û pêxember şand ta ku bera gel ji tarîtîyê bidin ronkatîyê.
Serokomarê Îranbê bal kişand ser vê yekê ku roja îro hin hewl tên dayîn ku bêtifaqîyê bêxin di navbera gelê Îranê û vê hizrê berbelav bikin ku Îran lawaz bûye û dema her baş e ku derbê li Îranê bidin û got: Lê ew nizanin ku bi saya rêvebirîya dahênerane û hekîmane ya rêberê Şoreşa Islamî û amadebûna gel li meydanê û fidakarîyê, dê wan xewn û xeyalana bibin gorê.
Pêzêşkîyan got: Îran bi hemî hêza xwe himber zorbêjîyan sekinîye û em dê bi saya rêvebirîya rêberê me yê xweşdivî himberî hemî komployên wan ên ji bo birêxistina nakokîyan û bêhêvîkirinê bisekinin.