Sibat 07, 2025 20:19 Asia/Tehran

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî ya Îranê got: Muzakireya bi Amerîkayê ra, ne karekî hişmendane, maqûl û birûmet e.

Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî di hevdîtina digel komeke fermande û personelên Hêza Hewayî û Berevanîya Esmanî yên Artêşa Komara Islamî ya Îranê da bal kişand ser ezmûna bêhasil a muzakireya digel Amerîkayê di dehsalîya 90 ya koçî- tavî da û bêsozîya Amerîkayê û pêgirî kir ku ezmûna muzakireyên têkildarî rêkevtinameya navokî ray dide ku muzakireya bi Amerîkayê ra ti pisgirêkekê ji wan zehmetîyên aborî û debarê çareser nake, lewma ``vîn û hewla berpirsên sozdar û hevrêtîya gelê hevgirtî`` rêçareya pirsgirêkan e ku bi hezkirina Xwedê emê vê yekitî û hevdilîyê di roja 22yê Behmenê da bibînin. 

Rêberê qedirigan ê Şoreşa Islamî sûdwergirtina ji ezmûna bi saya `` 2 sal muzakirekirin, serpişkîdayîn û hatina xwarê ji helwest û daxwazê lê bêencam-mayînê`` pêwîst zanî û got: Amerîkayê ew peymana tevî kêmasîyên wê binpê kir û jê vekişîya, lewma muyzakireya bi dewleteke wiha ra ne karekî maqûl, hişmendane û birûmet e û nabe bi wê ra muzrekire were kirin.

Wî amajeyî gotinnê serokomarê nika yê Amerîkayê derbara dirrandina belgeya Rêkevtinameya Navokî ya digel Îranê kir û bi bîr xist ku berî wî hikûmeta berê ya Amerîkayê jî ku rêkvtinameya navokî wajo kiribû, ew bi cih nehanî û baykotên Amerîkayê ku biryar bû werin rakirin, nehatin rakirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî pêgirî kir ku amerîkî derbara me da jî xeber didin, heke ew gefê li me bixwin, emê jî  gefê li wan bixwin, heke ew gefxwarina xwe pêk bînin, emê jî  pêk bînin, heke destdirîjiyê li ewlehîya gelê me bikin, emê jî destdirêjîyê li ewlehîya wan bikin; ti şik u gumanek di vî warî da tineye.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî herwiha amajeyî hewlên amerîkîyan ji bo guhertina xerîteya cîhanê kir û got ku ev karê wan nabe rastî û tenê ser kaxizê ye; helbet ew basa me jî dikin, gef û gurran dikin. 

Serepeyv