Nimandina yekemîn papora hilgirê xwefirana Îranê
Bi beşdariya Serokerkanê giştî yê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê û Fermandê Giştî yê Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê li avên Kendava Farsê, paporê hilgirê xwefiran a Serdar Behmen Baqirî tevlî kompapora Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê bû.
Serleşker Baqirî Serokerkanê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê li merasima radestkirina vê gemiya hilgirê xwefiran , amaje bi pêşketinên rojane yên Îranê li hemû waran bi taybet di warê leşkerî de kir û got:Şiyanên me bi ti awayî li dijî ti welatên cîran nînin û em li ser bingeha biratiya îslamî û têkiliyên dostane û pêşxistina wê bi cîranên me dixebitin.
Gemiya şehîd Baqirî bi hêz û şiyana opersyonê ya 22 hezar mayl di behrê de, îmkana hebûn û pêkanîna operasiyonan bo heyama salekê ji bo hêzên deryayî yên Îranê bêyî hewcedariya sotemeniyê li avên dûr pêk tîne.
Zêdekirina vê gemiyê bo paorên hêza deryayî ya Sipahê Pasdaran, pêngaveke girîng bo zêdekirina şiyanên berevanî û bergiriyê yên Komara Îslamî ya Îranê li avên dûr û parastina ewlehiya berjewendiyên neteweyî yên welêt tê hesabê.