Bertekên rayedarên Îranê li bara axiftinên Tiramp
Sibat 05, 2025 18:43 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hember axiftinên Donald Tiramp, serokomarê Amerîkayê got: Komara Îslamiya Îranê, endameke sozdarê NPT`yê ye û helwêstên wê yên di vî warî de tam zelal in.
Seyîd Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hember axiftinên Tiramp li ser mijarên navokî yên Îranê got: Eger mijara sereke eva ye ku Komara îslamiya Îranê li dû çekên navokî nebe ku eva tê bidestxistin, ji ber ku Îran endameke sozdarê NPT`yê ye û helwêstên wê yên di vî warî de tam zelal in û fetwaya rêberê Şoreşa Îslamî jî heye ku rewşê ji bo her kesî diyar dike.
Iraqçî herwiha got: Li ser axiftinên serokomarê Amerîkayê, ez ser vî baweî me ku zexta herî zêde têkçûyî ye û ceribandina wê ya dubare wê veguhere şikesteka din.