Seredana Mesûd Pizişkiyan li destkevtên wezareta berevaniya Îranê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Pêşxistina şiyanên berevanî û teknolojiyên fezayî yên Îranê ne ji bo şer û êrişan, belkî ji bo pêşîgirtinê ye ku tu welatek newêre destdirêjiyê li ser axa Îranê bike.
Serokê Komara Islamî ya Îranê, Mesûd Pizişkiyan, roja Yekşemê hevdem li gel roja neteweyî ya teknolojiya fezayê ya Îranê, li kêleka seredana ji destkeftên herî nû yên berevanî û fezayî yên wezareta berevanîyê got: Tişta ku em îro ji destkeftên berevanî û fezayê de dibînin, hêz, nûbûn û afirîneriya ciwan û pisporên Îranê nîşan dide.
Pizişkiyan got: Di demekê de, dijmin dikarîn êrîşî Îranê bikin, lê îro rojê bi hêza zav a leşkerî û berevaniyê ku bi hewlên ciwan, karzan û pisporên Îranê hatiye bidestxistin, êdî nikarin hizra êrişa ser xaka Îranê jî bikin.
Serokomarê Îranê bal kişand ser vê yekê ku me bi hebûna ciwanên cîhadî, zanyar û afirîneran hewl daye ku roj bi roj hêza xwe ya berevaniyê pêş bixin û got: Ev pêşxistin wê bidome û Îran wê bikeve rêza welatên ku firrînên derveyî atmosfera topa erdê cih tînin û eva hêza zanistî ya Îranê nîşan dide.
Di seredana serokomarê Îranê ji destkevtên herî nû yên berevanî û fezayî yên wezareta berevaniyê de, mûşeka balistîk a Itimadê bi birra 1700 kîlometreyî û destkevtên fezayî yên vê wezaretxaneyî ji wan du sîstimên berevaniya hewayî ya gerok a Dêzfûlê hatin nimandin.