Eraqçî: Em piştgiriyê didin hikûmeta gelê li Sûriyê
Çile 31, 2025 17:10 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Em piştgiriyê didin her hikûmetekê ku ji aliyê gelê Sûriyê ve were piştgirîkirin
Seyîd Ebas Eraqçî di gotûbêja bi kanala Al Cezîreyê re got ku em piştgiriyê didin her hikûmetekê ku ji aliyê gelê Sûriyê ve were piştgirîkirin û em piştgiriya aramî û yekperçetiya axê ya Sûriyê dikin û her wiha derbarê amadebûna Îranê ji bo alîkariya bo filistîniyên li zîvala Xezzeyê agahî da û ji ber vegera girtiyên filistînî di dema pevguhertina girtiyan de pîrozbahî li berxwedana filistîniyan li Xezzeyê kir .
Seyîd Ebas Eaqçî roja Pêncşemiyê çû Dohaya Qeterê û li gel serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê û hin serkirdeyên tevgera Hemasê li vî welatî hevdîtin û gotûbêj kir.