Eraqçî: Bingeha peywendiya bi Amerîkayê re bêbawerî ye
Wezîrê karên derve yê Îranê derbarê muzakireya muhtemel a bi Amerîkayê re got: Ji ber ku peymana berê ji aliyê Amerîkayê ve hat binpêkirin, niha bingha peywendiyan bêbawerî ye.
Seyîd Ebas Eraqçî derbarê muzakireya muhtemel a Îranê bi Amerîkayê re got: Me berê jî li hev kiribû û wan ev rêkeftin binpê kirin û niha jî peywendî ser bingeha bêbaweriyê ye û ev bawerî bi peyvên baş çênabin û divê em li kiryarê binêrin. Wezîrê Karên derve yê Îranê di dewamê de jî bal kişand ser vê yekê ku gotûbêja Îranê bi Ewropayê re berdewam e û Tehran li benda helwestên aliyê din e û got: ger em bighêjin encamê muzakire dê bi awayekî beramber pêk were.
Eraqçî di bersiva pirsekê de derbarê sefera xwe ya vê dawiyê ya bo Efxanistanê diyar kir Efxanistan cîranê me ye û gelek pirsgirêk ji mijara avê bigire heta welatiyên biyanî û ewlehiya sînor û bazirganiyê di navbera her du welatan de hene.