Çile 27, 2025 18:36 Asia/Tehran
  • Berteka Îranê li hember êrişa ser welatiyên Lubnanî

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, cinayeta nû ya Rejîma Siyonîst derheq êrişa ser welatiyên Lubnanî ku li dawiya moleta 60 rojî ya dawibûna dagirkirina başûrê Lubnanê berê xwe dabûn malên xwe, şermezar kir .

Îsmaîl Beqayî îro duşemê wek  berteka li hember binpêkirina agirbesa li başûrê Lubnanê ji aliyê Rejîma Siyonîstî,  tevî bibîrxistina bi sedan babetên binpêkirinên agirbesê ji aliyê vê rejîma dagîrker di 60 rojên borî de, cinayeta vê dawiyê ya Îsraîlê  bêsozî û wek  binpêkirina berfire ya mafên mirovan, û mînakeke zelal ji cinayetan da zanîn û got:  Amerîka û Fransa wek garantor û çavdêrên vê rêketina agirbesê berpirsyar in.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: Dewama  mayîna hêzên dagîrker li başûrê Lubnanê, wek dewama  êrişên leşkerî yên rejîmê li dijî yekparçetiya axê û serweriya neteweyî ya Lubnanê ye û bal kişand ser piştevaniya tam û tekûz a Komara Îslamî ya Îranê ji hikûmeta Lubnanê , gel û berxwedana Lubnanê  li hember berfirehbûn û destdirêjiya Rejîma Siyonîstî tekez kir.

Serepeyv