Destpêbûna meşqa mezin a hêza deryayî ya Sipahê li kendava Fars û Tengava Hurmizê
Fermandê hêza deryayî yê Sipahê basa destpêbûna meşqa hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, îro Îniyê li8 navçeya navendî û bakûrî ya Kendava Farsê li sê navçeyên deryayî kir.
Serdar Elîriza Tengsîrî, fermandê hêza deryayî ya Sipahê got: Ev nîşandana hêzê ya hêzên beşdarê vê meşqê, pişkeka pirr biçûk ji şiyanên hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Şoreşa îslamî ya Îranê ye. Deryadar Tengsîrî, peyama vê manowrê, aştî û dostî ji bo welatên cînar û sekinîna li hember her cure êrişa hêzên derveyî navçê da zanîn û pêgîrî kir: Ev meşqa şiyana Komara Îslamiya Îranê bona dabînkirina ewlehiya navçê nîşan dide.
Fermandê hêza deryayî yê Sipahê Pasdaran herwiha bi pêgîriya li ser xurtkirina hêmanên şerrê deryayî di meşqa hêza deryayî ya Sipahê de, ji bikaranîna alavên nû ji wan gemiyên bilez, mûşekên ji erdê ser deryayê û mûşekên din di vê manowrê de agahî da.