Çile 17, 2025 15:41 Asia/Tehran
  • Beqayî: Armanca sefera Pizişkiyan îmzekirina peymaneke stratejîk bi Rûsiyê re ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di hevpeyvînekê de bal kişand ser vê yekê ku armanca sereke ya seredana serokomarê Îranê bo Moskowê îmzekirina peymana hevpar a stratejîk ya giştalî bi Rûsiyê re ye û mêhwerên şêwra dualî di vê seferê de ragihandin.

Îsmaîl Beqayî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku her çend armanca sereke ya vê seferê îmzekirina peymana hevpariya stratejîk a giştalî di navbera her du welatan de ye lê helbet ev derfet dê ji bo gotûbêjkirina aliyên curbicur ên peywendiyên di navbera her du welatan de, alûgorên li herêmê, ji wan guhertinên li Rojavayê Asyayê, bi taybet li Qefqaz û Asyaya Navîn û herwiha alûgorên li civaka navdewletî were bikaranîn.

Wî ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê ji her hewlekê bo vegerandin û parastina aramî û ewlehiyê li navçê piştgirî dike û di vî warî de bi dostên ûris re di peywendiya nêzîk de ye got: Rûsiya li ser asta navdewletî aktorekî girîng û bibandor e û li herêma Rojavayê Asyayê roleke girîng lîstiye û dê berdewam be. Di derbarê Sûriyê de, Îran û Sûriyê li ser daxwaz û vexwandina hikûmeta wê demê ya Sûriyê, ji bo sekinîna li hember terorê û tundrewiya li wî welatî û navçeyê, ji nêzîk ve hevkarî kirin.

Serepeyv