Pizişkiyan: Peywendiyên Îran û Rûsiyê, girîng, hedtyar û stratêjîk in
Mesûd Pizişkiyan, serokê Komara Islamî ya Îranê li dewama bernameyên sefera xwe bo Rûsîyê, îro piştî nîvro bi Vladimîr Pûtîn, serokomarê Rûsîyê re hevdîtin pêk anî.
Mesûd Pizişkiyan, serokê Komara Islamî ya Îranê li dewama bernameyên sefera xwe bo Rûsîyê, îro piştî nîvro bi Vladimîr Pûtîn, serokomarê Rûsîyê re hevdîtin pêk anî û silavên germ ên rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî bi wî ra gihandin û ragihand ku kûrkirin û xurtkirina peywendîyên digel Rûsîyê ji bo wî girîng in, diyar kir: Peywendiyên Îran û Rûsiyê di warên dualî, navçeyî û navneteweyî de roj bi roj xurttir dibin û hevkariyên aborî û bazirganî yên her du aliyan bi awayekî baş berfiretir dibin.
Serokomarê Îranê, Mesûd Pizişkiyan, di hevdîtina xwe ya ligel serokomarê Rûsyê, Vladimîr Pûtîn de amaje bi wê yekê kir ku îro rêkeftina stratejîk a giştalî ya di navbera Îran û Rûsyayê de tê îmzakirin ku bi salan e li ser wê yekê xebatên pisporî hatine kirin, got: Li ser bingeha vê rêkevtinê, her du welat dikarin peywendiyên xwe di hemû warên aborî, çandî, bazirganî û ewlehiyê de bihêztir û baştir bikin û em bibiryar in li ser cîbicîkirina hemû rêkeftinan bi awayeka tam û tekûz.
Wî peywendiyên bi Rûsiyê re ji bo Komara Îslamî ya Îranê hestiyar û stratejîk wesif kir û destnîşan kir ku em bi tundî li ser helwêsta berfirehkirina van peywendiyan radiwestin, destnîşan kir: Ev nêrîn û şîretên rêberê giranqedr ê Şereşa islamî ye û di baweriya me de ye ku meselên navçeyî divê bi rêvebirina welatên navçê bên çareserkirin û ne hewce ye ku kesên din ji aliyê din ê cîhanê werin vir û bixwazin navçê têk bidin û siyasetên xwe bisepînin; Bê guman pêşveçûna têkiliyên me dê pilanên wan têk bidin.
Vladimîr Pûtîn, serokomarê Rûsiyê jî li vê hevdîtinê, berûlayên rêketinama stratejîk a giştalî ya Îran û Rûsiyê û rola wê li geşkirina hevkariyên du welatan şirove kir û herwiha got: Pêvajoya geşepêdana peywendiyên di navbera her du welatan de niha bi lez û bezek tê qebûlkirin û me karî di 10 mehên buhurî de asta bazirganiya di navbera her du welatan de zêdetir ji sedî 15 zêde bikin û li ser bingeha vê rêkevtinê, di pirojeyên girîng hevpar ên mezin, di nav de pêşxistina planên hêzgehên navokî û enerjî de em ê hevkariyê bikin. Serokomarê Rûsyê herwiha bal kişand ser pêşxistina hevkariyên çandî û hevahengiya berfireh a navçeyî û navneteweyî li ser bingeha vê peymana stratejîk a di navbera her du welatan de û got: Em ji ber hatina cenabê te bo Rûsiyê kêfxweş in û em ji bo rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî ya Îranê hêviyên herî baş dixwezin.