Çile 16, 2025 18:01 Asia/Tehran

Piştî pêşwaziya fermî ya Îmamelî Rehman, serokomarê Tacîkistanê ji Mesûd Pizişkiyan, hevtayê xwe yê Îranî li Duşenbeyê, 23 belgeyên hevkariyê di navbera rayedarên her du welatan de hatin îmzekirin.

Mesûd Pizişkiyan nîvroya îro Pêncşemiyê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ligel Serokomarê Tacîkistanê, Îmamelî Rahman, sipasiya mêvandariya wî ya germ kir û got: Tacîkistan yek ji şirîkên me yên stratîjîk li navçeyê ye û her du welatên me peywendiyên cîrantiyê yên kûr bi hev re hene û di van salên dawî de, em bûne şahidê tevgereke berçav a ber bi pêşvebirina hevkariya di navbera her du welatan de. Wî amaje bi îmzakirina 23 belgeyan di warên curbicur de ji wan tendirustiya ajelan, xizmetguzariyên gumrikê, hevkariyên navdewletî, sîstemên elektronîkî, hevkariya hunerî, teknolojiya ragihandinê, dirêjkirina dema vîzeyê, daxuyaniya hevbeş û rêkeftinên curbicur di navbera rayedarên her du welatan de, kir herwiha got: Em hêvîdar in ku bi cîbicîkirina van belgeyan, em bibin şahidê avêtina gavên cidî di pêvajoya hevkariya di navbera her du welatan de û bilez bigihîjin asteke baş. Pizişkiyan anî ziman ku platformên pêwîst ji bo derbaskirina sînorê nîv milyar dolarî ya bazirganiya her du welatan bi hêsanî têne bidestxistin û got: Her du welat ji bo dabînkirina beşeke girîng ji kelûmelên ku ji hev re hewce ne, gelek şiyan hene, lema em bi hevbeşî tekezî li ser pêkanîna hevkariyên stratejîk di hemû waran de dikin, bi taybet di warê aborî û bazirganî de.

Îmamelî Rehman, serokomarê Tacîkistanê jî di civîneke hevpar a rojnamevanî de li gel serokomarê Îranê got: Danûstandinên di navbera Îran û Tacîkistanê de wek berê di şertûmerceka dostanî, hevdufêmkirin, bawerî û rêzgirtina dualî de berdewam dikin. Yek ji mijarên ku hatin gotûbêjkirin hevkariya dualî ya di navbera her du welatan de bû. Wî her wiha bal kişand ser vê yekê ku em dilniya ne ku lihevkirinên di navbera her du welatan de ji bo berfirekirina peywendiyên dualî, bi bandor in û Tacîkistan berfirekirina peywendiyên nav parlemanî yên her du welatan û zêdetir peywendiyên di navbera parlemanên Îran û Tacîkistanê de piştgirî dike.

Serokomarê Îranê, Mesûd Pizişkiyan, piştî nîvroya roja pêncşemiyê serdana zanîngeha zanistên pizîşkî ya Ebû Elî Sîna ya Tacîkistanê kir û serdana nîşangeha destkeft û alavên pizîşkî yên vê zanîngehê kir. Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Mesûd Pizişkiyan ku êvara Çarşemiyê li gel şandeke pilebilind ji bo seredaneke fermî ya 2 rojî derbasî Tacîkistanê bû, ji aliyê Îmamelî Rehman, serokomarê vî welatî ve li Koşka Milet a Tacîkistanê ku cihê fermî ya mayîna serokomarê vî welatî ye, hat pêşwazîkirin. 

Serepeyv