Rewşa Sûriyê bandorê li rêkeftina hevkariya stratejîk a Rûsye û Îranê nake
Wezîrê karên derve yê Rûsyê got: Şert û mercên niha yên Sûriyê dê rêkeftina hevkariya stratejîk a di navbera Moskow û Tehranê de biguherînin.
Sêrgêy Lavrov wek berteka li hember îhtîmala guhertina peymana hevkarîya stratejîk a navbera Rûsya û Îranê ji ber rewşa Sûrîyê got: Ev peymana nû ya mezin ku naverok û xalên wê ji mêj ve hatiye amadekirin û ji aliyê her du aliyan ve li ser hatiye lihevkirin, giştalî, demdirêj û xwediyê çar beşan e û ji vî alî ve, hewcedariya wê bi tu çaksaziyekê ve nîne. Lavrov got, armanca rêkeftinê misogerkirina qanûnî ya pêşkeftina bêmînak e ku di van salên dawî de di peywendiyên dualî de bi dest ketine û ketina wan di asta hevkariya stratejîk de qeyd dike. Beriya niha Mariya Zaxarova, berdevka Wezareta karên derve ya Rûsyê ragihandibû ku rêkeftina nû ya hevkariya stratejîk a giştalî di navbera Rûsye û Îranê de, wek ku serokomarê Rûsyê di civîna ligel Serokomarê Îranê de ragihandibû, amade ye û dê di merasîmeke fermî de bê îmzekirin.