Rêberê Şoreşa Îslamî: Gelên navçeyê dê siberojeke baştir çêbikin
Rêberê Şoreşa Îslamî bal kişand ser pêknehatina ti yek ji armancên Rejîma Siyonîst ên jibo jinavbirina Hamas û Hizbullahê û got: Gelên bi rûmet ên navçeyê dê bi îzna xwedê dê rejîma nehs ji nav bibin û ew ê siberojeke baştir ji navçeyê re çêbikin.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê Şoreşa Îslamî roja Yekşemê di hevdtina li gel bi hezaran meddah û Şairên Ehlê Beytê (s) û çîn û qatên curbicur ên gel de got: Komeke alozîçêker bi alîkarî, pîlan û bernama hikûmetên biyanî karî ji lawaziyên navxweyî yên Sûriyê sûdê werbigire û vî welatî bê ser û ber û aloz bike. Wî bal kişand ser gotinên xwe yên midehekî beriya niha derheq bernama newekhev a Amerîkayê ji bo welatên herêmê, yanê serdestkirina hikûmeteke dîktator û serdetsxwaz û eger ne pêkan bû, bi pêkanîna nakokî û bêserûberiyê li welatê hanê û got: Bernameya wan li Sûriyê bû sedema alozî û bêserûberiyê û niha Amerîka, Rejîma Siyonîst û hevrêyên wan hest bi serketinê dikin û wek hevriyên şeytan gotinên pûç dikin û bêbextiyê dikin.Hezretê ayetulah Xamineyî gotinên rayedarekî amerîkî bi naveroka nepenî ya alîkarî û piştgiriya her kesê ku di Îranê aloziyan çê bike wek mînaka zêdegavî û gotinên pûç ên dijminan da zanîn û got:Xuya ye ew ehmeq bêhna kibaba çûye wan, lê gelê Îranê her kesê ku qebûl bike di vî warî de sîxoriya Amerîkayê bike dê pêpes bikin.Wî di beşeke din a gotinên xwe de bal kişand ser alûgurêni navçê û amaje bi xwe serketînîşandayîna siyonîsmê kir gotinên zêde û pûç ên wan kir û got:We bi bombeyan 40 û çend hezar jin û zarok kuştin lê we nekarî ti yek ji armancên xwe ku we berê ragehandibû jî pêk bînin. Gelo bi şehîdkirina kesayetiyekî mezin mîna Seyîd Hesen Nesrullah we karî Hizbullaha Lubnanê ji nav bibin? Rêberê Şoreşa Îslamî berxwedana li herêmê, ji wan Hizbullah, Hamas û Cîhada Îslamî, zindî û geş bi nav kir û xitabî siyonîstan got: Hûn ne serketî ne belku hûn têk çûyî ne. Wî pêşdeçûna siyonîstan li nav axa Sûriyê û dagîrkirina navçeyên wê ji ber nebûna berbend û berxwedana heta leşkerekî li himber wan nirxand û got:Ev tevgera bê astengî ne serketin e, ger çi bêguman ciwanên leheng û bi xîret ên sûrî yê we ji wir derxînin.Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha bal kişand ser wê yekê ku Îran xwedî hêzeke bi wekalet nîne û got: Yemen, Hizbullah, Hamas û Cîhad şer dikin ji ber ku bawerîya wan heye. Bawerî û hêza îmanê ew anîne meydana berxwedanê , ne ku hêzên bi wekalet ên ji aliyê Îranê bin.