Iraqçî: Plana amerîkî-israyîlî ya lawazkirina navçeyê bi cih tê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352587-iraqçî_plana_amerîkî_israyîlî_ya_lawazkirina_navçeyê_bi_cih_tê
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku alûgurên vê dawîyê li Sûrîyê di çaçrova proja Amerîka û Israyîlê ya lawazkirina navçeyê da diqewimin.
(last modified 2024-12-21T11:03:09+00:00 )
Kanûn 21, 2024 14:23 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Plana amerîkî-israyîlî ya lawazkirina navçeyê bi cih tê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got ku alûgurên vê dawîyê li Sûrîyê di çaçrova proja Amerîka û Israyîlê ya lawazkirina navçeyê da diqewimin.

Seyîd Ebbas Iraqçî di hevpeyvînekê da li Qahireyê got ku alûgurên Sûrîyê ji du hêlan va dikarin bnê hilkolandin. Hêlek heman proja mezin a Amerîka û Rejîma Israyîlê têkildarî navçeyê ye. Armanca vê proja amerîkî-israyîlî lawazkirina hemî welatên herêmê û hewla ji bo jinavbirina her cure berxwedana himberî Rejîma Sîyonîst e.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got ku Îran û Misrê têkilîyên dîrokî hene û em piştgirîyê didin hewlên Misrê ji bo lihevkirina ser agirbesê li Zîvala Xezzeyê.

Iraqçî derbara şerê Xezzeyê da jî got ku ev şera ne Îran û Hizbullahê belkî Hemasê li gorî biryara xwe bi operasyona Bahoza Eqsayê di 7ê Cotmehê da dest pê kir û rejîma Israyîlê di 14 mehên buhurî da tevî qirrkirina filistînîyan, nekarîye Hemasê têk bibe.