Pêgîriya Îranê li ser zêdekiirna hevkariya endamên D8`ê
Serokê Komara Îslamiya Îranê di civîna Serokên Saziya 8 welatên îslamî nasyar bi D8`ê got: Ez daxwaza hevkariya zêdetir a di navbera welatên vê saziyê de ji bo gihîştina li berjewendiyên xelkê xwe dikim.
Mesûd Pêzêşkiyan di Civîna Serokên D8`ê li Qahireya paytexta Misrê da got: Me hin bername ji bo piştgîriya ji sermayedanîn, karakirina ciwanan û piştevaniya ji pirojeyên biçûk hene. Wî got me hin fikir ji bo piştgîriya ji teknolojî, abora li ser bingeha xwezayê û pêkanîna kar û şuxulan hene.
Serokomarê Îranê di pişkeka din da amajeyî serokatiya dewrê ya Misrê li ser Koma D8`ê kir û got: Di vê dewrê da em şahidê lezandina hevkariyên bazirganî û aborî di navbera welatên endam da ne ta ku bikaribin bêyî berçavkgirtina hemû demsalên joxrafî û bi berçavgirtina armancên ku me hene, bigihîjin xalên hevpar.
Pêzêşkiyan amajeyî jînûsayda siyonîstan li Filistîn û Libnanê kir û got: Zêde ji 14 meh in ku navçeya rojavaya Asiyayê û bi taybet Xezzê û başûra Libnanê û welatê îslamî yê Sûriyê ketiye ber êrişên berfireh ên rejîma dagirkir a Îsraîlê. Wî got: Erka me ya şerî û hiqşqî û mirovî ye ku bi hevgirtina zêdetir û bi karên lezgîn û di piratîkê da, jînûsayda li Xezzê û êrişên rejîma Îsraîlê ser Xezze û Libann û Sûriyê bidin sekinandin.