Şermezarkirina êrişa Rejîma Siyonîst ser Yemenê
Kanûn 19, 2024 17:50 Asia/Tehran
Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê êrişa Rejîma Siyonîst ser binavahiyên Yemenê bi tundî şermezar kir.
Îsmaîl Beqayî, îro êrişên Rejîma Siyonîst ser binavahiyên Yemenê ji wan hêzgeha elekterîkê ya Senayê û depoyên ardûyê yên Reis El Îsayê û Bendera Hudeyde ya Yemenê bi giranî şermezar kir.
Wî herwiha got: Cinayetên Rejîma Siyonîst di bin sîvana piştgîriya bêmerc a Amerîkayê pêk tên û Waşîngton şirîkê binpêkirina qanûnan û cinayetên desthilatdarên Têlavîvê ye.