Nîşangeha Îran Saxt bi amadebûna 278 şîrketên zanistî
25 emîn nîşangeha Destkeftên Lêkolîn, Teknolojî û teknîka Bazarê û 12 emîn Nîşangeha Amûrên Laboratuwarî yên Îranê ku ji sê rojan berî niha ve li Têhranê destpê bibû, îro xebata xwe bi dawî anî.
25 emîn Nîşangeha Destkeftên Lêkolîn, û teknîka bazarê û 12 emîn Nîaşngeha Amûrên Laboratuwarî yên Îranê ku ji roja Înê ve li Tehranê xebata xwe destpê kiribû îro piştî sê rojan xebata xwe bi dawî anî.
Ev nîşangeha berhemên teknolojyê ya Îranê li yekem roja heftiya lêkolînê li welêt xebata xwe destpê kir.
Hevgav digel vê nîşangehê 12 mîn nîşangeha Kelûmel, Metiryalên Laboratuwarî, Ceribandin û Ezmûna Pêşketî yên berhemên Îranê bi amadebûna 278 kompaniyên zanisî û teknîkî yên berhemanîna alavên laboratuwarî û danasîna 10 hezar berhemên zanistî û teknolojîkî li Tehranê hat lidarxistin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî bi amadebûna li 12`emîn nîşangeha kelûmelên laboratûwarî yên Îranê, pênc destkeftên teknolojiyê yên ku ji aliyê endazyarên Îranê ve hatine berhemanîn, nimandin.