Balyozê Îranê: Dilnigeraniya me rewşa gelê Sûriyê ye
Balyoêz Îranê li Şamê got: Tevgera ku niha li Sûriyê hatiye meydanê û dixweze hukumadiyê bike divê nêrîna xwe bi awayeke cidî biguherîne.
Husêyn Ekberî, balyozê Îranê li Şamê, di gotûbêjeke televizyonî de got, dilnigeraniya me ya sereke rewşa gelê Sûriyê ye. Ji ber rewşa heyî, curbicuriya bîr û ramanan û destwerdanên curbicur ên welatên curbicur metirsiya jidesçûyîna ewlehiya vê civakê heye.
Balyozê Îranê li Şamê bal kişand ser ketina komên çekdar nav Şamê û got: Ev mijar dihat pêşbînîkirin û di vê çarçoveyê de tedbîrên pêwîst di balyozxaneyê de me berçav gitibû û dema êrişî balyozxaneya Îranê li Sûriyê hat kirin, ti yek ji hevkarên me yên ji saziyên curbicur yên Komara Îslamî li wir nebûn.
Husêyn Ekberî di eynî demê de got: Destdirêjiya ser balyozxaneya Îranê li Şamê ji aliyê hinek koman ve li dijî yasayên navdewletî ye û komên ku ji bo kontrolkirina kar û barên vî welatî tevlî meselê bûne û hatine meydanê divê pêngavên pêwîst ji bo girtina pêşiya dubarebûna kiryarên bi vî rengî bigrin.