Eraqçî: Îran dê piştgiriya Sûriyê berdewam bike
Wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser wê yekê ku wî bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re rasterast û zelal gotûbêj kiriye û tekezî kir ku Îran yê piştgiriya xwe ji gel û hikûmeta Sûriyê berdewam bike.
Seyîd Ebas Eraqçî îro li kêleka civîna Doha Fromê got: Min bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re hevdîtin pêk anî û civîneke bi hûrî û kûrî jî bi mîrê Qeterê re hebû û mijara sereke ya her du civînên min alûgurên Sûriyê û mijarên têkildarî wê bûn. ji wan eva ku divê ji çi rêyekê bona piştgiriya gelê Sûriyê, parastina yekperçetiya axê ya vî welatî û girtina pêşiya dûhatên muhtemel ên her cure alûgurekê li navçê bikevin tevgerê.
Wezîrê Derve yê Îranê got ku em niha di qonaxekê de ne ku hemû di halê rawêjkariyê ne û zû ye ku em biryarê bidin. Alûgurên meydanî pir bi lez diqewmin û rewş tim diguhere. Eraqçî berdewam kir: Em ê piştgiriya gel û hikûmeta Sûriyê berdewam bikin.
Niha hevkêşeyeke siyasî di rojevê de ye ku divê em rola xwe têde hebe û niha em derbarê wê rawêjkariyê dikin. Wî her wiha got:
Di navbera welatên navçeyê dilnigeranî û berjewendiyên hevpar derbarê Sûriyê de hene û em ser wan kar dikin.