Kanûn 05, 2024 19:05 Asia/Tehran
  • Wezîrtê Niftê: Îran pabendê sozên xwe yên hinartina gazê ye

Wezîrê niftê yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hemû sozên xwe yên di peymanên qirarnameyên gazê de cih aniye.

Mohsên Paknijad bi tekeziya ser wê yekê ku Îranê hemû sozên xwe yên di  peymanaşandina  gazê bo Iraq û Tirkiyê de cih aniye û got:Amadekariyên pêwîst ji bo destpêkirina  muzakirên bi  Tirkiyê  re ji bo dirêjkirina peymana şandina  gazê hatine kirin.

Paknijad, bal kişand  ser wê yekê ku Tirkiye  daxwaza xwe ji bo derkirîna  gazê ya ji Îranê wek firotkarê bawerpêkirî  nîşan daye û destnîşan kir ku muzakirên Soap û derkirîna gazê ji Rûsiyê jî tê şopandin.

Wezîrê niftê  yê Îranê her wiha bi şirovekirina muzakirên ligel Turkmenistan û Rûsiyê derbarê Soap û  guhertina gazê got. Muzakere berdewam in.Îran tevî boykotên zalimane û neqanûnî yên welatên rojavayî, nift û gazeke zav  bi rêya toreke berfireh hinarde dike welatên curbicur  ji wan Iraqê.

Serepeyv