Kanûn 02, 2024 18:57 Asia/Tehran

Wezîrê derve yê Îranê li civîneke rojnamevaniyê ya bi hevtayê xwe yê tirk re got: komên treorîstî yên tekfîrî li Sûriyê bi Amerîka û Rejîma Siyonîst re di têkilî û hewahengiya nêzîk de ne.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku duh li Sûriyê bi serokkomarê  vî welatî û rayedarên pilebilind ên wê re hevdîtin pêk anî şeva derbasbûyî gihîşt Enqerê û îro jî li civîneke rojnamevaniyê ya hevbeş ligel wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re got:

Em di vê baweriyê de ne divê em destkevtên pêvajoya Astanayê biparêzin û me li hev kir ku civîna dahatî ya wezîrên derve yên vê pêvajoyê di demek nêzîk de li dar bixin.

Eraqçî got: Çalakbûna dubare ya komên têrorîst ên tekfîrî li bakurê Sûriyê û êrişên van komana  ser deverên curbicur ji wan bajarê Helebê, cihê dilnigeraniyê ye.Vegeryana dubare ya  terorîsmê bo nav Sûriyê yê bi awayekî cidî gefek li dijî ewlehî, aramî û yekperçetiya axa Sûriyê  be  û bêguman encamên rewşeke wiha metirsîdar dê bandorê li hemû welatan bi taybetî cîranên Sûriyê bike.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Encama bêewlehkirina Sûriyê dikare bibe sedema şerê navxweyî û kuştina sivîlan û zirarê bide aborî û gelê Sûriyê û zirarê bighîne aboriya navçeyê. Bandora van pirsgirêkan dikare bipeke nav welatên cîran jî .  Nabe ku Sûriye bibe navenda komên terorîstî.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî di vê civîna çapemeniyê de got:

 Me her tim piştevaniya parastina yekparçeyiya xaka Sûriyê û yekitiya Sûriyê kiriye û ji niha û pê de jî emê vê yekê berdewam bikin. Tirkiye tu carî ji rêxistinên terorîstî ku hewl didin  rewşê bê ewleh bikin, piştgiriyê nake û  dê wan heman ji destpêkê ji nav bibe . Ev gotinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê di demekê de ne ku di rojên derbasbûyî de çendîn caran çavkaniyên nûçeyan ragehandine ku komên têrorîst vê dawiyê bi derbasbûna ji axa Tirkiyê liv û tevgerên xwe li dijî ewlehî û aramiya Sûriyê dane destpê kirin.

Serepeyv