Îran, Alman, Ingilîs û Fransa dê bicivin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê ragihand ku Cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Îran, Fransa, Alman û Ingilîsê yê ji bo gotûbêja derbara meseleyên herêmî û navdewletî di roja înî 29`ê Mijdarê da bicivin.
Ismayîl Beqayîk, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê, bal kişand ser sîyaseta isûlî ya Îranê ya ser bingeha danuistandin û hevkarîya tev welatên din ser esasa rûmet, zanîn û meslihetê û got ku civîna bê ya di navbera Îranê û 3 welatên ewrûpî da yê di dewama gotûbêjên digel wan ên l rex civîna salê ya Civata Giştî ya NY da li New Yorkê, bi rê bikeve.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Di dewra nû ya gotûbêjên Îranê û Fransa, Alman û Ingilîsê da ku plana wan hema ji New yorkê va hat darêştin, yê alîyên beşdar basa mijarên herêmî û navdewletî ji wan Filistîn û Libnan û meseleya navokî bikin.