Berteka Îranê himber biryarnama narewa ya Konseya Hikimdarên IAEAyê
Wezareta Karên Derve û Rêxistina Enerjîya Atomê yên Îranê wek berteka himberî biryarnama narewa ya Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ya derbara bernama navokî ya biaştî ya Îranê bertek nîşan dan.
Wezareta Karên Derve û Rêxistina Enerjîya Atomê yên Îranê wek berteka himberî biryarnama narewa ya Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ya derbara bernama navokî ya biaştî ya Îranê betek nîşan dan û ragihandin ku Konseya Hikimdarên Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê bi zext û pêkutîya 3 welatên ewrûpî û Amerîkayê û tevî piştgirînedana nêzî nîvê dewletên endam, biryarnameyek derbara bernama navokî ya biaştî ya Îranê da pesend kir.
Ev biryarname di halekî da hat derxistin ku sîyaseta isûlî ya Komara Islamî ya Îranê hertim ser bingeha danuistandin û hevkarîya avaker digel Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî bûye û Têhranê di vê çaçrovê da ji seredana Rafael Girosî Ser-rêvebirê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî pêşwazî kir û Girosî di vê seredanê da bilî hevdîtina digel rayedarên pillebilind ên Komara Islamî ya Îranê, çû seredana Komavahîyên Zengînkirina Enerjîya Navokî yên Îranê. Di rewşeke wiha da, Alman, Fransa û Ingilîs wek sê welatên ewrûpî û Amerîkayê ku rabhorîyeke dûr û dirêj di warê bêsozî û pabendnebûna aşkira bi sozên xwe ji wan di ççarçova Rêekvtinameya Navokî ya digel Îranê da û sepandina boykotên zalimane û zextên neqanûnî dijî gelê Îranê hene, dewsa alîakrîya bo berdewamkirina atmosfera erên îya di navbera Îranê û Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomî da, heta neman hêvîya ragihandina encamên seredana Girosî ya Têhranê û di çarçova pêngaveke narewa û himbersekinînê da, li Konseya Hikimdarên Ajansê biryarnameyeke dijî Îranê raber kirin.
Hevgavê vê yekê Serokê Rêxistina Enerjîya Atomî ya Îranê wek bertek û bersiva himberî biryarnama dijeîranî ya Konseya Hikimdarên Ajansê, ferman da ku pêngavên kêrhatî û şênber bên rakirin ji wan birêxistina santirîfîyûjên nû û pêşketî û curbicur.