Berteka Îranê li hember biryarnama pêşniyarkirî ya sê welatên ewropî bo IAEAyê
Sê welatên ewropî reşnivîsa biryarnameyekê li Konseya Hikimdarên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) raber kirin ku tê de rexne li Îranê kirine ku çalakîyên xwe yên navokî eşkere nekiriye.
Seyd Ebas Eraqçî, Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê di peywendiya telefonî ya digel Wezîrên Karên Derve yên hejmarek ji welatên endamê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê ji wan Brazîl, Afrîqaya Başûr, Bengladêş, Cezayir, Borkînafaso, Pakistan, Fransayê, liv û tevgerên hin welatên rojavayî yên endamê vê ajansê ji bo derxistina biryarnamê li dijî Komara Îslamî ya Îranê kiryarên narewa dan zanîn ku dikarin erkên teknîkî û pîşeyî yên ajansê rastî pirsgirêkê bîne.Di reşnivîsa biryarnameya welatên rojavayî li dijî Îranê de, wan di halekî de daxwaz ji Îranê kirine ku bi ajansê re tam hevkariyê bike ku li gorî raporên curbicur ên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, Îranê hemû pêsipartên xwe yên navokî cih aniye û aliyên muzakira bi Îranê re, yanî welatên Ewropa û Amerîkayê jî erkên xwe cih neanîn.Îngilîz, Fransa û Almanyayê di halekî de dil hene biryarnameyeke nû dijî Îranê li Konseya Hikimdaran bidin pejirandin ku Îranê ragehandiye wiha tercîh dike bi Ajansê re hevkariyê bike lê heke biryarnama nû were pejirandin, Îran jî dê bertekeke vebirr himberê Ajansa Navdewletî ya Enerjîya Atomê nîşan bide.
Kazim Xerîbabadî, Serokê Beşa Hiqûqî û Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, bal kişand ser hewildana hinek welatên rojavayî jibo pejiardnina biryarnama li dijî Îranê di civîna Konseya Hikimdarên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê da û got: Tercîha Îranê pêşdebirina siyaseta hevkariya bi ajansê re ye. Me berê jî eşkere gotibû ku heke biryarname were pejirandin em ê bersiveke teqil û demildest bidin wê û Rêxistina Enerjiya Etomê ya Îranê huqasî amade ye ku amade ye biryara ku di halê pesendkirinê da ye, bi cih bîne.
Ev kiryara Têhranê ji xwe bersivek li himber nêrîna neavaker a van çend welatan û berçavnegirtina nêta xêrê ya Îranê ye.