Mijdar 20, 2024 19:06 Asia/Tehran
  • Rêberê Şoreşa Îslamî: Divê Hozeya Ilmiye bersiva pêdiviyên rojane yên civakê bide

Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî îro di hevdîtina bi komek ji rêvebir, mamosta û telebeyên Camietel El-Zehra (s) ev berhema bi bandor yek ji diyardeyên bêhempa yên li gorî şoreşa Îslamî û sedema zêdebûna asta zanînên olî û bandora jinan da zanîn û bal kişand ser pêwîstiya veguhertin û bi rojbûna Hozeyên Ilmiye hevrê di gel alûgurên civakê û got: Hewzeyên Ilmiye divê jibo meselên giring ên civakê ji wan meselên aborî,hikimdarî û malbatê bîr û rayên xwe hebin.

Hezretê ayetulah Xamineyî, bal kişande ser  ziyanên zav ên di encama  berfirehbûna çanda rojavayî li civaka jinan di serdema Riza xan ji wan ziyanên ji ber kêmbûna asta zanînên olî yên jinan û nebûna berhemên taybetî  pêşxistina zanyariyên olî yên jinan  û got: Îro rojê  Camietul El-Zehra(s)

  kefîl û berpirsê cihanîna vê erkê giring e.

 Rêberê Şoreşê pêwîstiya tevgera ber bi şaristaniyeta îslamî, berfirehkirina têgehên resen ên olî li nav xelkê da zanîn û bal kişand  ser vê pêwîstiyê û  got: Teblîx û ravekirina têgehên îslamî û vejiyandina olê, erkdariya din a Camietul Zehra(s) e ku divê jibo bandora wê ya di warê perwerdeyê û pêşdebirina agahiyên menewî yên jinan ku weke nîva civakê ne, plan bên darişitin.

 

Hezretê Ayetullah Xamineyî  alûgur, tiştekî xwezayî û  hetmî li cîhanê da zanîn û got: Ger desthilata alûguran bikeve destê kesên baqil û dîndar, civak  û mirovantî wê asta wê bilind bibe, lê bêyî wê, yê ji rê derkeve û têk here, çawa ku  îro rojê li nav civakên rojavayî de tiştên ku eqil pîs û kirêt dizane, wek titşên baş û qenc tên dîtin.

 Wî  navend û hozeyên Ilmiyê  jî wek navendên din hewcedarê alûgurê da zanîn û got: Hozeya Ilmiye  jibo gel û teblîx û pêşxistina olê û pêkanîna  hakimiyet olê ye ku weke civakê ku di halê guherînê ye,  navend û Hozeya Ilmiye jî jibo pêknaîna durust a  erkên xwe divê xwe  bi roj bike. 

 Hezretê Ayetllah Xamineyî her wiha got: Piştî serketina şoreşa Îslamî,  gelek jinên fazil û hêja li nav civakê de derketine ku divê jibo ravekirina meselên têkildarî jinan û malbatê li medyan de beşdar bibin û her wiha bikaribin li civakên mezin ên cîhanî de jî mijarên olê yên di asta bilind de hilêxînin ku ev kar jî di pêşketin û nasandina welêt li  cîhanê û him jî di avakirina umeta îslamî de bi bandor  be.

Serepeyv