Larîcanî: Em piştgîriyê didin biryara hikûmet û Berxwedana Libnanê
Şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî di civîna xwe ya nûçeyan a îro li Bêyrûtê got, her biryarek ku hikûmet û Berxwedana Libnanê bigirin, em ê piştgîriyê bidinê.
Elî Larîcanî, şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî got: Min ji aliyê rêberê Şoreşê peyamek ji bo Nebîh Bêrî, serokê Parlimana Libnanê bir. Wî got: Sefera me bo Libnanê ji ber viya bû ku em bêjin em di her rewşekî da piştgîriyê didin xelkê Libnanê û berpirsên libnanî. Larîcanî herwiha got: Em li dû çareserkirina pirsgirêkan in di halekî da ku Netaniyahu kar xirab dike û divê hûn dost û dijminê xwe nas bikin.
Şêwirmendê payebilind ê rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî got: Hizbullah, tevgereka egîd e û gelê Libnanê jî gelekî egîd e û bixwe dizanin ku çi bikin û em di her rewşekî da piştgîriyê didin Berxwedanê.
Larîcanî herwiha got, Nebîh Bêrî, serokê Parlimana Libnanê di vê hevdîtinê da hûrgîliyên baş raber kirin û her biryarek ku Berxwedan û hikûmeta Libnanê bidin, em ê piştgîriyê bidinê. Wî di dawiyê da hêvîdariya xwe ji bo ku pirsgirêk û êş û elemên xelkê Libnanê bi vê zûtiyê çareser bibin diyar kir.