Eraqçî: Şehîd Nasullah bi nêrîna xwe ya bêhempa nîşan da ku tenha rê berxwedan e
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Şehîd Nasrullah nîşanî xelkê cîhanê da ku Rejîma Siyonîst ne tenê ji bo navçê metirsî ye belkî ji bo hemî cîhanê gefeke mezin e.
Seyîd Ebas Eraqçî di civîna navneteweyî ya Mekteba Nasrullah de ku li hola rayedaran di halê lidarxistinê ye, de got:Şehîd Nasrullah bi nêrîna xwe ya bêhempa nîşan da ku çawa li hemberî gefan rawestin û berxwedan tenha rê ye.
Wî her wiha got:Rejîma Siyonîst bi dewama siyaseta xwe ya êrişkerane ne tenê aramiya navçê xistiye xeterê, belkî li himber pergala navneteweyî pirsgirêkek cidî çêkiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser wê yekê ku şehîd Nasrullah nîşan da Rejîma Siyonîst ne tenê gef e li ser ewlehiyê, belkî gefek e ji bo hemî cîhanê ye û tekez kir: Nesrullah bi nêrîna xwe ya bêhempa nîşan da ku çawa li hemberî gefan bisekinin û berxwedan tenha rê ye. Wî tekez kir: Divê NY û saziyên din di warê parastina aştiyê de bi nêrînên bêalî erkên xwe pêk bînin. Sersariya li himberî cinayetên Rejîma Siyonîst bingehên leşkerî yên navneteweyî lawaz dike.