Mijdar 07, 2024 18:33 Asia/Tehran

Rêberê Şoreşa Îslamî bal kişand ser geşatî û aktîvbûn û berdewamiya têkoşîna bihêz a Hizbullaha Lubnan û tevgera Hemasê û tekez kir: Li gorî sozên xwedê jibo alîkariyê ku ti şik û guman têde nîne û li gorî tecrubeyên rawestana serketî ya Hizbullah û Hemasê di dehekên derbasbûyî de, bûyerên vê dawiyê dê yeqîn bibin sedema serketina bereya heq û berxwedanê li hember Rejîma Siyonîst.

Hz. Ayetullah Xamineyî rêberê Şoreşa Îslmaî vê sibê pêncşemê li hevdîtina bi endamên Meclisa şarezayên rêberiyê bal kişand ser destên bi xwîn ên Amerîka û hin welatên ewropî li cinayetên li Xezze û Lubnanê û ew encama dewama têkoşînên bi hêz li Lubnan û Xezze û Filistînê û  serketina bereya heq û berxwedanê da zanîn û got: Cîhan û navçe wê ewê rojê bibînin ku Rejîma Siyonîst tekez dê  li ber   van têkoşeran işkestê bixwe.

Hezretê ayetulah Xamineyî ezmûna çend dehekên derbasbûyî yên serketinên berxwedanê li hember siyonîstên dagirker sedemeke din a eşkere ya serketina bereya heqê da zanîn û got: Di heyama 40 salên derbasbûyî de, Hizbullahê Rejîma Siyonîst ji bajarên Beyrût, Seyda û Sûrê û bi giştî ji başûrê Lubnanê paşde vekişandin  û bajar, gund û bilindahiyên vî welatî ji hebûna wê rejîma  nehs û qirêj vala kir.

Wî her wiha bal kişand ser hevgavbûna vê heyamê bi çilê şehadeta  têkoşerê mezin û bê westan ê serdemê, Şehîd Seyîd Hesen Nesrullah û bîranîna wî û fermande û mezinên din ên berxwedanê yên wekî şehîd Heniye,şehîd  Sefyedîn, şehîd  Sînwar û Nîlfirûşan bi rêzdarî bi bîr anîn û got: Van şehîdan rûmet û qaweta zêde dan Îslamê û bereya berxwedanê û Hizbullah bi saya mêrxasî, feraset  û sebr û tewekela seyr ya seyîdê berxwedanê  pergal û geşatiyeke awarte bi dest xist, bi awayekî ku dijminê ku bi  hemû cureyên  çek û sîlehên madî û propangendeyî pergal bû, nekarî û bi îzna Xwedê Teala ew ê nekaribe jî  vê diyardeya  seyr û ecêb işkest bide. Rêberê şoreşê, serketina niha  ya rawestana li himber dagirkerên siyonîst berxwedana Filistînê da zanîn û got: Armanca siyonîstan di vî şerî de jinav birina  Hemasê bû lê  wan tevî kuştina bi dehan  hezar mirovî û şehîdkirina rêberên berxwedan û Hemasê û nîşandana rûyekî kirêt,  bi nefret, îzole û mehkûmkirî  ji xwe li cîhanê, nekarîn bigihin vê armanca xwe û Hemas  hîna jî di halê têkoşanê ye ku eva tê wateya işkesta Rejîam Siyonîst. 

Serepeyv