Mijdar 04, 2024 15:36 Asia/Tehran
  • Pizişkiyan: Îro em bi şerê aborî yê giştalî e rûbirû bûne

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser wê yekê ku tişta em îro pê re rûbirû bûne, şerekî aborî yê gişlalî ye û got: Em ji şerê leşkerî natirsin, ew dizanin ku di vî warî de nikarin me li erdê bixin û me bidin sekinandin.

Mesûd Pizişkiyan di merasima rêzgirtina ji çalakvanên plana bazdana li berhemanînê de got: Şerê îro şerê aborî ye, ne şerê bombe û mûşekan .Moşekên me hene bona ku  ew newêrin êrişî me bikin.Mûşekên me ne jibo hindê ne ku  em êrişî ser kesekî bikin a n welatan dagir bikin.

Pizişkiyan bal kişand  ser wê yekê ku  me mûşek çêkirin ku Îsraîl wek Xezzeyê  nekaribe her wextekê, her cihekî ku bixwaze, bombebaran bike û got: Ev şeref û serbilindî û mezinatiya gelê Xezeyê ye ku Îsraîl tevî ku salekê hemû hewldana xwe kiriye  lê  nekariye wan teslîm bike.Serokê Komara îslamî ya Îranê ji reftarên welatên rojavayî li hember cinayetên bêreje yên Rejîma Siyonîst derheq şehîdkirina jin û zarokên filistînî rexne kir.

Serepeyv