Xerazî: Hitmala zêdebûna birra mûşekên Îranê heye
Kemal Xerazî Serokê Konseya Stratejîk a Pêwendiyên Derve ya Îranê bi ragehandina vê yekê ku Îran dê bersiva şerûtiya vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst bide û got: Muhtemel e Îran birra mûşekên xwe zêde bike.
Xerazî got: Derbarê mesela birra mûşekan me heta niha hesasiyeta welatên rojavayî bi taybet ewropiyan berçav digirt. Lê dema ku ew hesasiyetên me bi taybetî di mijara yekparçeyiya axa Komara Îslamî ya Îranê de berçav nagirin, nabe ku em jî hesasiyetên wan berçav bigrin. Lewma muhtemel e ku birra mûşekên Îranê bê zêdekirin.Wî bal kişand ser vê yekê ku Rejîma Siyonîst di şerê dijî Xeze û Lubnanê de hesabên şaş kiriye û got: Wan wer dizanîn ku bi êrişa ser Xeze û Lubnanê dikarin Hamas û Hizbullahê ji nav bibin.Wer dizanîn ku bi şehîdkirina rêberên Hamas û Hizbullahê re dê ev tevgerên gelanî rawestin.Ev hesabên wan şaş bûn. Li Îsraîlê jî gelek kes derbarê van hesabên şaş li xwe mikur tên. ji er ku fikra berxwedan û azadîxwzaiyê nikarin bi operasyona leşkerî tune bikin.